Xwekuştina karkerekî 60 salî

20:28 - 25 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Kedkarekî temen 60 salî li Dîwandereya rojhilatê Kurdistanê, (bi sedema hejarî û xizanî) di roja yekem a Newrozê de dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurpa, Eb dolkerîm Ehmedî (60) li baxçeyekî derdora Dîwanderyê bi rêya daliqandinê ve xatir ji jiyanê xwest.

Têgotin ji roja destpêka Newrizê navborî xwe daliqandibû ku piştî 3 rojan termê wî bi awayekî darvekirî li baxçeyekî tenişt bajarê dîwandereyê hatiye dîtin.

Herwiha hat ragihandin wî kale mêrê 60 salî bi sedema rewşa dijwar a debara jiyanê dawî bi jiyana xwe anîye.

Eb dukerîm eyaldar û xwedî du zarok bû.

Payîza borî disa welatiyek 65 salî li Şinoya rojhilatê Kurdistanê bi nasnameya “Q.T” bi sedema hejarî û nedariyê xwe kuştibû.

Karzanên civakî, bêkarî, Feqîrî û hejarî wek sedemên sereke yên xwekuştina hemwelatiyan destnîşan dikin bi awayekî ku ambargoyên aborî yên li ser Îranê hejmara wan bûyerên diltezîn li wî welatî çend qat zêdetir kiriye.

Di demekê de ku Bankeya Navendî hêla hejarî bo sala nû ya Rojî li Îranê 3 milyon û 500 hezar Tûmen ragihandiye, berovajî vê yekê Wezîrê kar û barên civakî di havîna borî li parlamentoyê gotibû: “Aniha 6 milyon bêkar li Îranê dijîn ku piraniya wan xwendekarên zanîngehan e.”