Xwekuştina jin û serbazik li şarê Şino

12:10 - 2 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jimara xwekuştina welatiyan li şarê Şino ber bi zêde kirinê diçe û li wan çend rojên borî de jin û serbarik li vî şarî de kutayî bi jîna xwe anîne.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, çend roj pêş niha jinik Kurd bi navê “ Xedîcê Mohemmed Emînî” bi temenê 21 sal ji xelkê şarê Şino bi hegerik neron kutayî bi jîna xwe aniye.

Heya weşîna vê nûçê, heger û rewşa xwekuştina wê jine kurd ji xelkê şarê Şino nehatiye zanîn.

Ji aliyik din de çend roj pêş niha serbazik ji hêzên intizamiya pasgaha gundê “Nelos”a şarê Şino bi derba çek kutayî bi jîna xwe anî.

Kesatî û her wisa hegera xwekujiya wî serbazê pasgaha intizamiya gundê Nelosê bo mîdyayan nerone.

Li wê barê de senterên hukûmî bi malperên dewerê ragihandine ku ji berev kirina nûçên xwekujiya welatiyan xwe ragirin.

Ewa jî lirewşik deye ku bi gotina yekik ji karbidestên nexweşxana “ Nebiyyê Ekrem” li şarê Şino, li midê çend şevên borî de zêdetir ji 10 kesan ku pitir jin bûn, bi xwarina heb hewla xwekuştinê dane û li pişka orjansa vê nexweşxanê de hatine derman kirinê.

Ji awirê bisporên sosyolojî, xwekujî şanîka alozî û nexweşiya dem dirêj li nawa civakê deye û zêdetir jî ew dibin qurbanî ku tûşî nexweşiyên hatî pêşên wan cure civakan bûne.