Xwekuştina ciwanekî li Urmiyê

14:57 - 19 Şibat 2015
Ajansa kurdpa: Nakokiyên malbatî li gundekî derdora Urmiyeya rojhilatê kurdistanê, xwekuştina xortekî 23 salî bi pey xwe hîşt.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li gundê Hisar ê ser bi Urmiyê, ciwanekî 23 salî bi gulekî demançeyê dawî bi jiyana xwe anî.

Navborî duh 18’ê Sibat (february) a 2015’an bi çeka germ xwe kuşt.

Peyamnêrê kurdpa li Urmiyê, nasnameya wî kurdê xwe kuştî, Îhsan Bawederî kurê Perwîz ragihand û got: Termê navborî heya niha jî li otopsî (pizîşk qanûnî) de dimîne û radestî malbata wî nehatiye kirin.

Civaknas ser vê baweriyê ne, pirsgirêkên civakî wek; hejarî, bê hêvî bûn ji pêşerojê û ne reftarî, ji girîngtirîn sedemên xwe kuştina ciwan û nû ciwanan li welatê Îranê tên hesibandibin.