Xwekujiya lawik 20 salî li dewera Sinê

12:41 - 24 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Lawik 20 salî, ji xelkê yekik ji gundên dewera Jaweroya Sinê, bi derba kêran(Çeqû), kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Ehmed Xulam rizayî, kurê Elî, ji xelkê giundê Tewrîwer a dewera Jaweroya Sinê, bi hegera pirgirêkên komelatî, hewla xwekiujiyê daye û bûye sedema can ji dest danê.

Ev welatî, roja Înî, 2ê Reşemê(21 February 2014) de hewla xwekujiyê daye ku, li dema raguhastina bi nexweşxanê de canê xwe ji dest daye.

Heya weşandina vê nûçê, termê Ehmed Xulam Rizayî li doxtoriya dadweriya şarê Sinê bi amanca analîz kirinê, ragirtine û nedane destê malbata vî.

Bispor û zanayên komelî” hejarî, bêkarî, pirsgirêkên sosyal û naw malbat” bi hergerên bingehînên xwekujiyê li Îran û bi taybet bi herêmên Kurdistaniyên Îranê tînin hisêb.