Xwekujiya keîik 18 salî li Kamiyaran

21:01 - 4 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Keçik Kurd ya18 salî ji xelkê dewera Kamiyaran, li sedem bandora malbata wê kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Mehtab Ishaqî, 18 salî ji xelkê gundê “ Ta”a ser bi derwera Jaweroya Kamiyaran, bi xwe darda kirinê, hewla xwe kujiyê dabû ku li sedem de canê vê ji dest ço.

Bi gotina serekaniyikn agadar ji vê qewimiyê, Mehtab Ishaqî keça Satiyar ku roja Pêcşemî bi rewşa xwedarda kirinê kutayî bi jîna xwe anîbû, çend roj pêşde jî li sedem pirsgirêkên tev malbatê bi rewşa heb xwarirê hewla xwekujiyê dabû.

Serekanî ew jî got, ev keça 18 salî, paşî hindê ku li sedem xwarina wan heban de li nexweşxana şarê Kamiyaran ji mirênê rizgar bibû, li sedem bandora lomên ser li nûya kesên vê, hewla xwekujiyê dabû ku bû sedema jan ji dest dana vê.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li mideyê 3 heyvên demsala Payîza îsal de, 15 jin û keç li herêmên Kurdistaniyên Îranê de bi hegerên cur bi cur, kutayî bi jîna xwe anîne.