Xwekujiya keçik 14 salî li dewera Seqiz

13:08 - 16 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: keçik 14 salî ji xelkê yekik ji gundên dewra Seqizê bi hegerik neron, kutayî bi jiyana xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; keçik 14 salî ji xelkê gundê Qela Kon li mihala Zêviyê ya şarê Seqiz, li roja borî de, Duşem, 25ê Xakelêwê, 14ê Nîsan(14 April 2014), hewla xwekujiyê da ku bû sedema can ji dest dana wê.

Navê wê keçê, Êlahê Zarêî hatiye ragihandin ku bi forma xwe darda kirinê, kutayî bi jîna xwe aniye.

Her wisa li roja 22ê Xakelêwa îsal de jî li gundê Xaneqa li Seqizê de, zarokik 12 salî bi navê Mîlad Rencberî ku kur metê vê keça 14 salî bû, li dema li listokê de li sedem listina rewşa bi sêdaredanê, canê xwe ji dest dabû.

Heya niha hegera xwekujiya Êlahê Zarêî ji xelkê gundê Qeal Kona şarê Seqizê ron nebûye û termê vê jî bo analîzê raguhastiyê duxtorê dadweriya şarê Sinê kirine.

Şarê seqiz ku bi duyimîn şarê mezinê parêzgeha Kurdistan tê hisêb, duxtorê dadweriy têde çinine û termê wan kesên ku bi rewşiik bi şik canê xwe ji dest didin û her wisa bo ron bûna hegera mirinê, raguhastiyê şarê Sinê dikin û xercê vî karî jî li ustûyê malbatên wanin.