Xwekujiya keçe xwendewanik 19 salî li Serdeşt

12:23 - 12 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Keçe xwendewanik 19 salî ji xelkê Serdeşt li parêzgeha Azerbaycana rojava, bi rewşa xwedarda kirinê kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Yekşem, 20ê Rêbendan(9 February 2014), keçik bi navê Mestanê Reşîdî Teleb, li mala xwede , xwe darda kiriye.

Mestanê xwendewanê qonaxa nawendî(Debîristan) , keça Rehman Reşîdî Teleb, paşî hindê ku şîva şevê tev malbata xwe xwariye, xwe darda kiriye.

Xwekujiya pêştir li şarê Serdeşt de li 12ê Rêbendanê de bû, ku jinik bi navê Şîlan Ibrahîmî, ji xelkê gundê Dole Germa dewera Serdeşt, kutayî bi jîna xwe anî bû.

Ew jin ku ji aliyê bira û mêrê xwede ketibû ber lêdan û kutanê, ser banê mala xwe viredabû xwarê û canê xwe ji dest dabû.

Bi gotina xebatkarên mafê jinan; asta nizma agadariya jinan û nebûna derfeta kar û guh nedan bi xwestên jinan li civakê de û pitir caran jî tund û tijî li hegerên peydabûna xwekujiyê li Kurdistanê dene.

Her ew wan xebatkaran awir didin, yasayên hukûmeta islamiya Îranê jî, bergiriyik wisa ji mafên jinan têde bi cî nayên û demik ku jin û kiç tûşî dujwariyê dibin, çi senterik îinine ku piştgiriyê ji wan bike, ber hindê bi neçarî diçin aliyê xwekujiyê de.