Xwekujiya Jinek Kurd Li Bajrê Seqizê

16:06 - 20 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Jinek Kurd li bajarê Seqizê ya ser bi parêzgeha Kurdistanê bi sedemek ne ron xwe kuşt.

Li gor malpera Sarshew online jinek Kurd bi navê Ş Murtezayî akinciyê kulana 32 metrî ya bajarê Seqizê bi sedemek ku hêj nehatiye zanîn dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor serjimêriya Civata Jinên Bane, asta xwekujî li deverên Kurdakincî yên Îranê ji her sed hezar kesan kêmtir ji 10 kesan e ku piraniya wan jin in û zorbûba hejarî û nebûna xwendewarî û nexweşiyên hundurî, sedemên sereke yên xwekujiyê ne.

Her li gor serjimêriyên Îranê bi xwe, parêzgehên Kurdistan, Îlam û Kirmaşan xwediyê serjimêriya herî zêde ne derheq xwekujiyê û Îran bi xwe li nav welatên cîhanê de xwediyê pileya sêhem e.