Xwekujî û xweşewitandina hejmarek ji welatiyên Kurdistanê

17:44 - 20 Hezîran 2020

Di heyama heftiya derbasbûyî de, sê welatî di bajarên Sine, Urmiye û Bokanê de hewla xwekuştinê dane û dawî bi jiyana xwe anîne.

Di destpêka heftiya derbasbûyî de, welatiyeke Kurd ya bi navê “Zeyneb Mecîdfer” ya gundê “Felekan” a ser bi bajarê Urmiyê bi sedema pirsgirikên malbatî xweşewitandiye û dawî bi jiyana xwe anî.

Herwisa jinek ya bajarê Sineyê ya bi navê “F.K” bi sedemekî nexuya li ser banê mala xwe, xwe avêtiyê xwarê û dawî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa di bajarê Sineyê de ciwanekî temen 22 salî bi sedemek nexuya, ji rêya xwe xendiqandinê ve li “pira Girêze” xwe kuştiye.

Di wê derheqê de, roja Înê 30`ê Cozerdan, ciwanek bi navê “Behmen Mûsewî” kurê “Celal”, bi sedemekî nexuya dawî bi jiyana xwe anî.