Xweamadekirina Hikûmeta Îranê bo topbarankirina navçeyên sînorî ên hikûmeta Herêma Kurdistanê

22:05 - 27 Gulan 2017
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta Îranê bi danîna binkeyeke topxanê li ser sînorê Kêleşînê, xwe bo bordûmankirina navçeyên sînorî ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade dike.

Spaha Pasdaran armanca wê ji danîna vê binkeyê, berberekaniya digel hizbên Kurdî ên dijberî Îranê ye.

Berpirsên payebilind ên leşkerî di hizbên Kurdî ên opozisyonê de, ew nûçeya piştrast kirine.

Sala borî, Spaha Pasdaran sê caran navçeyên sînorî ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bordûman kir, û ew yek jî dijkiryara berpirsyarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pey xwe hebû.

Berpirsên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend careka ragehandin ku: Dibe Hikûmeta Îranê û partiyên Kurdî ên dijberî vê hikûmetê ji riya gotûbêjê ve kêşeyên di navbera xwe de çareser bikin.
Piştî topbarana navçeyên sînorî ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Spaha Pasadaran ve, di sala 1395`an de, xelkê navçeyêên sînorî tûşî zirareke zaf ya malî hatin.

Nûçegihanî bas ji vê dikin ku Spaha Pasdran mebesta wê ew e ku carek din navçeyên sînorî ên hikûmeta Herêma Kurdistanê wê nordûman bike.