Xwe şewitandina keçekî û agir pêktina mezelê

13:01 - 1 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Keçeke 18 salî a bajarê Sine a rojhilatê Kurdistanê, agir berda leşê xwe ku bi vê re xanûman jî şewitîn û bûn rejî.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Îlham Emîrî rûniştiya gundê “Tengî ser ”ê ser bi Sine ya rojhilatê Kurdistanê bû ku bi sedemeke nediyar agir berda leşê xwe.

Bi gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan, navborî êvara çerşemî bervar 28’ê çileya paşîn (january) a 2015’an, li odeya xwe agir bi xwe xist û mezel jî bi wê re şewitî.

Îlham, bi sedema nebûna pêdiviyên dermanî li Sine, bo nexweşxaneyeke bajarê Tevrêzê hat veguhastin, lê ji ber vê ku birînên wê pir kûr bûn, piştî rojekî li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da.

Lêkolînerê civakî ser vê baweriyê ne: Pirsgirêkên malbatî, serdestiya mêr, zecava beriya gihîştina dema vê, xêzanî û pirsgirêkên aborî, herwiha zevaca bidestê zorê, ji sedemên sereke ên xwe şewitandina jinan tên binav kirin.