Xwe şewitandina Jineka temen 45 salî li bajarê Mihabadê

13:27 - 22 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Bi xwe şewitandina Jineka 45 salî li bajarê Mihabadê, amara xwe kuştina Jinan li 3’ê mehên bihûrî de gihîşte 21 kesan.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, êwariya roja Sêşem berwar 18’ê Hizîrana 2013’an Jineka Kurd binavê “Besê Gulnaz”akinciyê taxa “Pişt Tep”ya bajarê Mihabadê seva pirsgirêkên malbatî agir berda bedena xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

Jina han dayika 4 zarokan bû û seva pirsgirêkên malbatî xwe şewitand.

Li 3’ê mehên bihûrî de 21’jin û Keçên Kurd li herêma Kurdistana Îranê dest bi xwe kuştinê dane û dawî bi jiyana xwe anîne ku ji wan 12 kesan bi xwe şewitandinê dest bi xwe kuştinê dane û 7 kesan jî bi werîs xwe darve kirine.

Amara han bi pişt girêdan bi amara navenda kurdpa tê bilav kirin û dibe amara rastîn ji vê hindê pitir be.

\"13372.jpg\"