Xwe kuştina serbazik li dezgeha polîsê şarê Rewanser

21:51 - 10 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: serbazik 19 salî li dezgeha polîsê şarê Rewanser bi hegera pirsgirêkên naw malê, hewla xwekuştinê da û li sedem canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa Nûçe gihaniya Kurdpa, roja duşem 18ê heyva Xermanan, serbazik bi navê “ Secad Rizayî” 19 salî ku li dezgeha polîsê şarê Rewanser Serbaz bûye, bi hegera pirsgirêkên naw binemalê bi derba çekê kutayî bi jîna xwe anî.

Li midê îsal de statîstîkên xwekuştinê li naw hêzên milîtariyên hukûmetê de jî ber bi zêde bûne û her li barê de çend roj pêş niha efserik ji hêzên intizamiya şarê Miyanê li parêzgeha Azerbaycana rojhilat, bi derba çek ber çavên welatiyan li meydana “ Moellim”a vî şarî kutayî bi jîna xwe anî.

Ji aliyik din û li midê rojên borî de, 2 rêxiravên siyasî û xwendekarî, kempêynik bi navê “ ne bo serbaziya zordestî(icbarî)” rê xist û xwazyarê rakirina yasaya serbaziya zor destî(zore milî) li welatê Îran bûn.