Xûzistan/Kompanyayên hikûmetî wezîfedarên ereb li ser kar davêje

14:09 - 6 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Du kompanyayên ser bi hikûmeta Îranê li parêzgeha ereb akincî a Xûzistanê, kesên xwecihî li kar davêje û yên li parêzgehên din li wir wezîfedar dike.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di çend rojên borî de, kompanyaya Girûpa “Fûlad”(pola) ya Ehwazê, 40 fermanberên ereb bêkar hişt.

Her li ser vê mijarê, hefteya borî jî şirketa petrol( neft) a Azadigan, 130 karmendên xwe ku hemû ereb bûn, li ser kar avêt û bi şûna wan de kesên ne xwecihî(xeyr bûmî) wezîfed kir.

Berpirsên wê kompanyayê piştî li ser kar derxistina wan wezîfedaran, bi wan re gotibûn ku destûra derxistina wan jiTehrana navenda Îranê hatiye îlan kirin.

Piştî vê ku fermanberên ereb ji kar hatin derxistin, wan nerazîbûna xwe nîşan dan ku di encamê de endaziyarek bi navê Mêhdî Seîdî, ji aliyê hêzên ewlekarî ve hat binçav kirin.

Wî mihendisî beriya binçavkirinê ragihandibû: Di egera wezîfedar nekirinê de, ew yê agir berde leşê xwe.

Pêştir jî 11`ê nîsana borî, welatiyekî ereb bi navê “Ebas Nîsî” li Huweyze ya Xûzistanê, bi sedema rexne girtin ji hikûmeta Îranê, li ser bêkariya ciwanên ereb û wezîfedarkirina kesên nexwecihî bi şûna wan de, jikar hatibû avêtin.
Herwiha heyamek beriya niha kesekî ereb li Xûzistanê, di jêr zext û givaşên hikûmetê (li ser girêdana dukana wî ya pincarfiroşî), agir berdabû leşê xwe û dawî bi jiyanê anîbû.