Xusro Kurdpûr sansorkirina nûçeyên binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê de rexne kir

15:35 - 14 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Berpirsê Ajansa Nûçegihaniya “Nûçeyên Mukriyan”, sansorkirina nûçeyên mafê mirovan ji aliyê hin medyayan di Kurdistanê de, rexne kir.

Xusro Kurdpûr, berpirsê Ajansa Nûçegihaniya “Nûçeyên Mukriyanê”, derheq sansorkirina nûçeyên derheq mafê mirovan di Kurdistanê de ku, ji aliyê hin medyayan de tên encam dan, bertek nîşan da.

wî rojnamevanê Kurd, derheq nîşandana berteka li hemberî sansorkirina nûçeyên bidarvekirina hevwelatiyên Kurd û gullereşandina rasterast ya bo ser kolberên Kurd de, ji aliyê hin medyayên navxweyî û yên derve de wiha nivîsiye: “Di pêşerojê de raya giştî wê şahîdiyê bide, û dîrok jî wê dadweriyê bike ku, berê rojnamevanan nûçeyên îdamkirina hevwelatiyên Kurd, û kuştina kolberên kurd sansor dikirin”.

Roja Yekşemî 17`ê Befranbara sala 1396`an, Xusro Kurdpûr, berpirsê Ajansa Nûçegihaniya “Mukriyan”, bo îdareya îtila`ata bajarê Mehabadê hatibû gazîkirin, û sedema gazîkirina wî çalakvanê mafê mirov jî, rûmalkirina nûçeyên derheq mafê mirovan de, hatiye ragehandin.

“Xusrow Kurdpûr” û birayê wî yê bi navê “Mes`ûd Kurdpûr” ji çalakvanên naskirî yên di warê medyayên serbixwe, di Kurdistanê de ne.

Ew du bira di Adara sala 2013`an, bi tawana “pêkanîna civîn û têkdan û teblîx li dijî nizamê” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibûnibûn destbiserkirin, û dadgeha Şoreş ya bajarê Mehabadê jî, her yek ji van bi 5 sal heps û dor xistina bo girtîgeha bajarê Tevrêzê û herwisa sê sal hepsa bi zorê ceza dabûn.

Ev du bira bi derbazkirina heyama cezaya hepsa xwe hatine azadkirin.