Xusro Kurdpûr ji bo Îdareya Îtila`atê hate gazîkirin

20:36 - 8 Kanûna Paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Îdareya Îtila`ata bajarê Mehabadê birêveberê Ajansa nûçegihaniya “Mukiryanê” bo vê Îdareyê gazî kir.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 17`ê Befranbara 1396`an birêveberê Ajansa “Mukiryanê” ji bo Îdareya Îtila`atê gazî kirin.

Sebeba gazîkirina wî çalakvanê mafê mirovan rûmalkirina nûçeyên derheqê mafê mirovan hatiye ragehandin, û herwiha navbirî bas ji vê yekê jî kiriye ku hekî binçavkirina wî bê merc be, wê ew ji bo azadkirina bê şertûmerc wê dest bi girevê bike.

Di roja Şemiyê 9`ê Befranbarê de jî li pêwendiyeke telefonî de, ji aliyê Îdareya Îtila`ata bajarê Mehabadê hişdarî ji Xusro Kurdpûr re hatibû dan, da ku nûçeyên derheqê nerazbûnên xelkê di wê Malperê de rûmal neke.

Di demên borî de jî Kurdpûr ev çalakvanê mafê mirov li hember binçavkirina “Bextiyar Xoşnam” nûçegihanê vê Ajansê di bajarê Seqizê de bas ji vê yekê kiribû ku: Di Kurdistana Îranê de cezaya nûçegihanên azad girtîgeh e, û em jî vê cezayê dikêşin.

Xusro Kurdpûr tevî birayê xwe “Mes`ûd Kurdpûr” di warê medyayên azad de di Kurdistanê de çalak in. Ev du birayên Kurd di Reşemeha 1391`an de, bi tawana “civîn û piropagendeyên li dijî hikûmetê” hatibûne binçavkirin, û ji aliyê dadgeha wî bajarî ve, her yek ji wan 5 sal sizaya girtîgehê û dûrxistina sê salan bo bajarê Tewrêzê bi ser de hatibû seoandin.