Xoy/ Hilweşîna xanûmaneke kevin mirina 2 hemwelatiyan bi pey xwe hişt

14:47 - 1 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi sedema nebûna pêdiviyan û hilweşîna dîwarê maleka gundê “Qiblelîq” li devera Kotol a ser bi Xoya rojhilatê Kurdistanê, 2 welatî demildest mirin û 2 nûciwan jî birîndar bûn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa û bi gotina şêniyekî gundê navborî, bi sedema rewşa ewlekariya deverê û piştguhxistina pirsgirêkên Kurdên navçeya kotol ji aliyê hikûmeta Îranê ve, herwiha nebûna pêdiviyên hewce û çênekirina rê û banan, hilweşîna diwarê malekî, mirina du welatiyan li gundê “Qiblelîq”ê ser bi bajarê dîrokî ê keleha Xoy, bi dû xwe anî.

Nasnameya du kesên di vê bûyerê de jiyana xwe jidest danî , Qotaz Elînijad û sebîhe Cewrî hatiye ragihandin.

Çavkaniyeke agah li şaredariya Xoy peyamnêrê Kurdpa re got: Endaziyar (mihendis) Tîzpaz –Şaredarê Xoy bi aşkere dijayetiya xwe bi Kurdên bajarê navborî re daye nîşandan û gefa îmha (tune) kirinê ji wan xweriye.

Wê jedera agah a nûçeyan di berdewamiya axaftina xwe ligel peyamnêrê Kurdpa, amaje bi vê yekê jî kir ku welatiyên Kurd li bajarê Xoy nikarin vir şûnde avahiyan çê bikin.

Heya dema belevbûna vê nûçeyê, ji rewşa tenduristiya birîndarên ketinî bin dîwarê hilweşyayî, aghiyek bidest neketiye.

Pêwîste bê gotin, bi sedema alîkar nebûna hikûmetê bi Kurdan re di karê avakirina binayan de, rûniştiyên derdora bajarê Xoy bi pirsgirêkan re rûbirû mane. Herwisa di cihên ku welatiyên Kurd bi neçarî avahiyekî çêdikin jî, ji aliyê şaredarî û belediyeya bajarê navborî ve tê hilweşand in.

Gor amarên nîv fermî, Dewleta Rûhanî ji nava 160 berpirsayetiyên birêveberî de parêzgeha Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, tenê 5 berpirsayetî bo Kurdan raçav kiriye. Her liser vê pirsê nûnerên Serdeşt û Pîranşehrê di vê parêzgehê pêştir ajansa Kurdpare gotibûn: Gel pirr xwestek ji Dewleta Rîhanî û nûrên xwe hene, lê mixabin hîna tu daxwazên wan çareser nebûne.