Xortekî Kurd bi çeka germ dawî bi jiyana xwe anî

18:55 - 14 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Xortekî Kurd ê 20 salî li bajarê Mehabada rojhilatê Kurdistanê, bi sedemeke nediyar bi gulleyên demançeyê xwe kuşt.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa , beriya niha bi çend rojan ciwanekî Kurd ê gundê “Gugtepe” ê beşa navenda Mehabadê bi çeka germ dawî bi jiyana xwe anî.

Peyamnêrê Kurdpa nasnameya wî ciwanê Kurd Ebdulqadir Sofî Mihemmed kurê Ebûbekir ragihand ku li mala xwe de xwe kuştibû.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, sedemên xwekuştinê nehatione zelal kirin.

Gor amarên herî dawî ku ji Navenda Otopsî a welatê Îranê hatiye belav kirin, nêz sedî 10 a haletên xwekuştinê li wî welatî ji riya çeka Germ ve pêktên ku parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristan, zortirîn hejmara kuştinên bi çeka germ bi xwe digrin.

Li Îranê kesên ku bi çeka gerim xwe dikûjin, navbera temenê 20 heya 25 saliyê de cih digrin.