Xortekî bajarê Sine, çedn deqeyan berî bidarvekirinê hate bihorîn

21:48 - 24 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Çalakên medenî li bajarê Sine karîn ku, çend deqeyan berî îdamkirina xortekî ku, bi tawana qetlê dihat îdamkirin, malbata ciwanê kuştî, razî bikin ku bikuj efû bikin, û hukmê îdamê nehê cîbicîkirin.

Nawenda Nûçegihaniya Kurdpa yê di raporekî de ragehand ku, roja Sêşemî berwarê 23’ê Tebaxa 2016’an, birêvebirina hukmê îdama xortekî liser razîbûna malbata sikalaker û lêbihorînê, hate hiloşandin.

“Reşad Reşîdî”, sala 1391’an a Rojî, dema ku temenê wî ji 18 saliyê kêmtir dibe, di encama şer û pevçûnekî de, hewalekî xwe bi navê “Dilêr Ehmedî” yê 23 salî, dikuje.

Piştî vê ku malbata “Dilêr Ehemdî” razîbûna xwe bona lêbihorînê nîşan da, Çalakên medenî bona rêz û pêzanîna ji malbata sikalakerê vê keysê, roja Pêncşemî berwarê 25’ê Tebaxê, wê li gorîstana “Bêhêştê Mohemedî” ya bajarê Sinê, mezarê “Dilêr Ehmedî” gulbaran bikin.

Li gorî raporên belavbûyî, aniha 7 nûcivan di girtîgehên bajarên Seqiz û Bokan û Miyanduaw û Sine de girtî ne ku, berî bibin 18 sal qetil bidestê wan hatiye encamdan û, niha tevî cezaya îdamê berbirû ne.

Komara Îslamî ya Îranê di sala 2014’an de jî, 15 kes îdam kirin ku di dema encamdana tawana xwe de, di bin 18 saliyê de bûne.