XÎWETÊN KAMPA KURDÊ SÛRÎ ŞEWITÎN

13:43 - 25 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Di 5 rojên derbazbûyî de 3 coreyên şewatê li Kampa Kurdên Sûrî li Parêzgeha Duhokê çê bûne.

Kurdpayê di got û bêjekî evî akinciyên wê Kampê, zanyariyên zaftir wergirtiye.

Azad Xelîl, ji Kurdpayê re got: Du agir vêketin di 4 rojan de û şewatek jî Duh li Kampa “Dûmîz”ê çê bûne.

Ew awareye dibêje: Di rojên bihorî de 13 Textên razanê şewitîne û ewa di demekê de ye ku di 6 Heyvên bihorî de şewat li wir li hev nehatibû lê niha em seva wan şewatan gelek nîgeran in.

Ew awareye di doma qisedana xwe bi Kurdpayê re got: Zêdebarî ku Herêm û bi xasmanî xelkê “Helebce” û “Derbendîxan”ê hevkariya me dikin, lê me ji xwarin û kincan gelek kêmasî hene.

Di dawiya Heyva Tebaxê de Ancelîna Colî serdana wê kampê kir û tevî wan hevkultî kir.

Herêma Kurdistanê heya niha di Du caran de 15 Milyon Dolar alîkarî bi wan awareyan kirine.

Pêka rapor û amarên fermî, zaftir ji 24 Hizar Sûrî di axa Herêma Kurdistanê de akincî bûne.