Xisara madî 200 pêşekar bê çarnûs hîşt

14:35 - 19 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Kêmbûna pere li bajorokên pêşeyî li Îlama rojhilatê kurdistanê, bû sedem da 200 karker li yekeyên berhemanînê yên bajarokê navborî betal bimîn in.

Li gor raporta Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bajarokê pêşeyî li Îlamê di wan hefteyên dawî de bi kêm bûna pareyan re rû bi rû maye û vê yekê jî daxistina yekeyên berhemanînê yên wî bajarokê pêşeyî bi pey xwe aniye.

Bi daxistina wê bajarokê pêşeyî, 200 karker bêkar man e û pêşeroja wan li warê kar û xebatê de ne ron e.

Çavkaniyeke agah li Îlamê peyamnêrê Kurdpa re got: Mixabin ew du meh in yekeyên berhemanîna lek (pilastîk), biskêt (biskiwît) û kakil (acîl) an li bajarokê pêşeyî ê Îlamê kar nakin; ji ber vê bajarok bi haletekî nîv daxistî maye.

Navbor amaje bi vê yekê jî kir ku Walîtî, parlamento û heya parêzgarê Îlamîê jî nekarîn e pirsgirêkên karkerên wan yekeyên daxistî çareser bikin.

Bajarokê pêşeyî yê Îlam, nêzî 190 aliyê girêbestî (qerardadî) heye.

Xisarên beşek ji bajarokên pêşeyî li Îlamê di demekê de ye ku pêştir Murteza Darayî-Birêveberê bajarokên pêşeyî yên Îlamê 12 hezar milyard Tûmen bo lidarxistina wan bajarokan , ji parlamentoyê wergirtibû.

Karzanên karûbarên aborî ragihandin: Destek nekirina Dewletê bi wan yekeyan re û herwiha nedana deynên dirêjheyam, yek ji sedemên sereke yên daxistina wan yekeyên pêşeyî tê hejmartin.

Pêştir jî navenda Polada Îywanarojava ji destpêka Newroza evsal hatibû girêdan û 45 karkerên wê fabrîqa (karxane) yê bêkar mabûn.