Xirab kirina Xanîberên welatiyê Kurd li bajarê Urmiyê

13:59 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Karbidestên Şarewaniya Urmiyê û hêzên Întizamî yên bajarê Urmiyê, çend dest xanîberên welatiyên Kurd yê wî bajarî kavil kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Sibêdeya roja Yekşem berwar 21’ê Tîrmeh hêzên Şarewanî û Întizamî bi piştîwaniya çend desgeh “Lodêran”hejimarek ji xanîberên taze çêkirî yê welatiyên Kurd li taxa “Şhereka Danişgah” ya bajarê Urmiyê kavil kirin.

Her wisa roja 20’ê Tîrmehê hêzên Întizamî û karbidestên Şarewaniyê xaniyê çend welatiyên din bi heceta “Nebûna îzna Şarewaniyê”xirab kirin.

Tê gotin hêzên Întizamî endamên wan malbatan bi zorî li malê înane derê û piştre bi piştîwaniya çend dezgeh Lodêran malên wan xirab kirine.

Bi gotina şahidan reftara hêzên Întizzamî û karbidestên Şarewaniyê bûye cihê nerazîbûna xelkê herêmê û di navbera wan û xelkê de pevçûn çêbûn.

Şahidê han ragehandin, piştî wan pevçûnan çendîn kes ji xelkê taxa han ji aliyê hêzên Întizamî hatine girtin û piştre bi danîna barimtê serbest hatine berdan.
\"14083.jpg\"