Xirab bûna Cadeyan li Kurdistanê dîsan qurbanî girt

16:44 - 12 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê kêmtir ji 20 rojan de 3’ê welatiyên Kurdên gundên herêma Jaweroya Kamiyaranê seva xirab bûna cadeyan canê xwe ji dest dan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Sêşem berwar 11’ê Hezîrana 2013’an welatiyek Kurd binavê “Eşiref Resûlî” xelkê gundê “Gelên” a ser bi vê herêmê, li encama vergeriyana tirombêla seva xirab bûna cadê, canê xwe ji dest da.

Ev welatiyê temen 46 salî û bavê 3’ê zarokane ku seva xirabbûna cadeya gundê wan canê xwe ji dest da.

Her wisa salek beriya niha li encama bûyerekê de mînîbûsek li ser baskê “Dûkemarê”yê vê herêmê tûşî bûyera hatûçûnê bû û li encam de 5 welatiyên Kurd yên xelkê gundê Niyerê bûne qurbanî.

Li gor gotina yek ji akinciyên herêmê, li heyamê 4 salên bihûrî de seva çêkirina bendava “Jave”rêya piraniya gundên derdûrê hatiye xirab kirin û li ber vê sedemê heya niha çendîn kes bûne qurbanî.