Xirab bûn û wêranbûna asevarên dîrokî yên Kurdistanê

16:13 - 11 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Asevarên dîrokî yên Kurdistanê seva kêmtirxemî û guhnedana karbidestên dewletî û aliyên pêywendî dar yek li pey yk linav diçin.

Agirgeha “Siyah Kel” ku di 25’kîlomêtiriya bajarê Eyvana ser bi parêzgeha Îlamê cihgirtiye û yek ji asevarên bihagiran yê vî bajarî tê hesibandin, li heyamê çend salên bihûrî de seva seqa û her wisa destêverdana mirovî bi awayekî berçav tûşî xirab bûnê hatiye.

Agirgeha han ku li gec û berê rûbaran hatiye çêkirin, dîroka deshilatdariya Sasaniyan nîşan dide û li gor wan lêkolînên ku hatiye encam dan egera vê yekê heye ku bajarê bezir bûyî yê “Ariyahun”li vê herêmê be.

Bajarê vindabûyî yê Ariyahûn yek ji bajarên vindabûyî yê dîrokî yeku li gor belgeyên dîrokî û zaniyariyên dîroknasan li tenişt çemê “Kingîr”bûye.

Agirgeha han cihê birêvebirina rêûresmên ola Zerdeşt bûye ku li sala 1349 a zayinî li encama lêgerîna asevarnasek Bilijîkî binavê “Vandêrbêrg”hate peyda kirin.
\"13235.jpg\"

\"13236.jpg\"

\"13237.jpg\"

\"13233.jpg\"