“Xeyrulah Heqcûyan” bi danîna barimteyê hate serbestkirin

18:53 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

Îro Çarşemî 16`ê Pûşper, “Xeyrulah Heqcûyan”, endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Dîzilawa ya ser bi bajarê Kirmaşanê hate serbestkirin.

Ew çalakvanê Yarsanî bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heya dawîhatina qonaxên dadresiyê hatiye serbestkirin. 

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Çalakvanên Medenî yên Yarsan, dixwazin heya  bajarê“Sehne”yê digel “Xeyrulah Heqcûyan” biçin û qirare navbirî di rêûresmekê de di mala xwe de dawî bi gireva birçîbûna xwe bîne.

Sibêdeha roja Dûşemî 7 Pûşperê, “Xeyrulah Heqcûyan” endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan hate binçavkirin û bo girtîgeha Dêzilawa ya ser bi bajarê Kirmanşanê hate veguhastin.

Ew endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan ji aliyê dadstanê bajarê “Sehne”yê ser bi Kirmanşanê hatibû gazîkirin û piştî bidawîhatina lêpirsînê bi tohmeta “bêrêzî bi berpirsan û pîroziyên hikûmeta Îranê” û qebûlnekirina barimteya 500 milyon tumenî bona berdana demkî û herwisa qebûlnekirina tohmeta ku bi ser wî de sepandine, bo girtîgeha Dêzilawa ya bajarê Kirmanşanê hate veguhastin.

Ew endamê Kora Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan ji destpika binçavkirinê de heta niha dest bi gireva birçîbûnê kiribû.  

Roja Yekşemî 13ê Pûşperê, “Siyawuş Heyatî, Seyîd Emîn Ebasî, Daryûş Heyderî, Şarox Saîmiyan, Peyman Rizayî û Noşad Tahîrî”, bona piştîvanîkirin  ji “Xeyrulah Heqcûyan” dest avêtine bi gireva birçîbûnê û roja Sêşemî 15`ê Pûşperê dawî bi gireva birçîbûna xwe anîn.