Xendiqîna lawik 26 saliyê Seqizî

20:40 - 21 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : lawik xelkê herêma Seqqiz, li sedem ketina naw ava çemê “ Ayenan” û şareza nebûn ji melê, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja 28ê Gelawêjê welatiyik ji xelkê gundê “ Mewlana” li dewera herêma Serşîva Seqqiz li dema rawa masiyan ketiye nawa ava çemê” Ayenan” û li sedem de canê xwe ji dest daye.

Nûçe gihaniya Kurdpa, kesatiya wî welatiyê kurdê xelkê gundê “ Mewlana” a ser bi şarê Seqizê “ Aram Hadî” ragihandiye ku paşî çend saetan termê navbirî hatiye peyda kirin.

Her wisa û her li vê rojêde keçik 12 salî bi navê “ Beyan Husêynî” li sedem ketina nawa ava çala avê naw zeviya wan bi xwede li gundê “ Al Merde” a bexşa Tileko canê xwe ji dest da.

Li sal de bi hegera nebûna nîşandekên agadar kirinê, nebûna melewan di ser “ gol, derya û çem û bendavan û her wisa xemsariya welatiyan, bi dehan hevwelatiyê Îranî nawa avan de dixendiqin.