Xendiqîna 4 lavên Kurd li yek rojê de

20:48 - 7 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa : 4 lave Kurdê xelkê nawçên “ Ormî, Bîcar û Sinê” li yek rojê de li 4 qewimiyên cida de bi hegera mele-nezanînê li naw avê de xendiqîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja duşem, 14ê Gelawêj lawik 20 salî bi navê “ Rehman”(Boze)” kurê Rehîn ji xelkê gundê Helec a Mirgewera Ormiyê li bendava Bendê de Xendiqî.

Hatiye gotin: cenazê wî lawe Kurdî li sedema kêmasiya pêwîstian, êwara roja sêşemiyê hat peyda kirin.

Ji aliyk din de û her li vê rojê de lawik din yê 17 salî ji xelkê gundê “ Berde sor”a bexşa Silîwana şarê Ormî, naw avêde xendiqî û cenazê wî paşî 3 saetan hat peyda kirin.

Gorekî statîstîkên fermî li despêka îsal heya niha 21 welatiyên Kurd li çem û bendavên parêzgeha Azerbaycana rojava de xendiqîne.

Her wisa li 14ê Gelawêjaê de lawik 21 salî ji Kurdê xelkê yekik ji gundên Bîcar, li dema mele kirinê û li sedem jê neşarezabûnê, li naw avê de xendiqî.

Hevdem lawik din yê ji xelkê şarê Sine, ku bi amanca mele kirinê tev 2 hevalên xwe êobûne bendava “ Biniyer”, bi hegera neşarezayî ji melê, li vê bendavê de xendiqî û paşî cenazê wî ji aliyê karbidestên rêxirava Heyva Sor hat peyda kirin.