Xemsariya karbidestên Dewletî li hember Ajeldarên herêma Makûyê

15:41 - 6 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Xemsarî û kêmtirxemiya karbidestên dewletî li bajarê Makûyê, ajeldarên herêmê l idem sala zivistanê tûşî girifta abûrî kirine.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, li destpêka dem sala sire û sar bûna radebeder a seqayê li parêzgeha Urmîyê û bi taybet li herêma Makûyê, ajeldarên herêmê jibo dabîn kirina alif û giya jibo heywanan rû bi rûyê pirsgirêk û astengan bûne.

Li heyamê çend rojên bihorî de seva barîna befrek zaf, rêyên piraniya gundên herêma Makûyê hatine girêdan û heya niha seva xemsarî û kêmtirxemiya karbidestên dewletî piraniya wan cadeyan bi girêdayî mane.

\"11008.jpg\"
Yek ji ajeldarên herêmê bi ajansa kurdpaê ragehand: Seva temîz nekirina cadeyan ji aliyê” Îdareya Rêga û Ban” nirxê alifê ajelan bi awayekî berçav zêde kiriye û parek ji ajelên hewilatiyan bûne qurbanî û yan nesaxin.

Çûne sere a qîmeta alifê ajelan di çaxekê deye ku li gor rapora Îdareya Çavkaniyên Siruştî a parêzgeha Urmîyê, salane pitir ji 600 hezar ton alif ji dirangên parêzgehê berhem tê. befir û bahozê li heyamê çend rojên bihorî de rêyên navbera 200 gundên parêzgeha Urmîyê qût kirin.

Ajeldarên herêmên Sînorî ên parêzgeha Urmîyê seva hilkevta sînorî û nêrînên ewlekarî ên hikûmeta Îranê, berdewam li gel xemsarî û naberpirsyarî ya karbidestên dewletî rû bi rû dibin û çi ziyanek wan ji aliyê dewletê nahê qerebû kirin.