Xemsariya berpirsên hikûmetê, werzişvanê Merîwanî neçar bi encamdana karê kolberiyê kiriye

23:06 - 29 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Werzişvanekî helatina meydanî yê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê bi sedema xemsariya berprisên werzişê û betaliyê ev neçar e li ser sînorê bajarên Kurdistanê, kolberiyê bike.

Taha Xefarî, werzişvanê helatina meydanî yê xelkê bajarê Merîvanê bi sedema xemsariya beprisên werzişê û betaliyê, û bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe mijûlî karê kolberiyê li ser sînorê bajarên Kurdistanê ye.

Weşandina wêneyê wî werzişvanî Kurd di heyama kolberiyê de, bertekên bikarhînerên torên civakî û çalakvanên medenî yên bajarê Merîwanê li pey xwe hebûye.

Aram Fethî, helbestvan û çalakvanê medenî yê bajarê Merîwanê bi nîşandana bertekê derheqê belavbûna wêneyê wî werzişvanê Kurd di dema kolberiyê de, wiha nivîsiye: “Bo cara çendê min bera xwe da vê wêneyê, dilê min dixwaze bêje ku ev “Photoshap” e, dixwazim ku ew wêne, yê rûyê wî (devûçavê wî) nebûya, lê ma tu cudahiyek heye, di cihê wî rûyî, rûyê Taha dikare rûyê yek bi yekê me be, rûyê kolberiya bavê min, mamên min, ez bixwe, û dost û hevalên min, rûyê zarokên ku heya niha mezin nebûne, û dikare rûyê Hejîr be, ku îsal salek temenê wî mezin bûye, û tê bîra min ku sala borî bû ku got, bavê wî gotiyê ku dema tu gihîştî pola heftem ya dersxwendinê, ezê digel xwe te bibim bo karê kolberiyê, bavê Hejîr kolber e, û îsal Hejîr salekê bo asta navendî a dersxwendinê nêzîk bûye.

Wî helbestvanê Kurd berprisên hikûmetê rexne kiriye û gotiye ku: “Ne, ez ne bi zimanê Mehmûd Doletabadî yê we dinivîsim, ne jî bi zimanê Yedullah Rû`iyayî ê we. Ez bi zimanê kovar û rojname û tiştên ku hûn bi me didin nivîsandin, nanivîsim. Ez gellek hêsan û bi zimanê Taha bixwe dinivîsim ku, di rûpela xwe de wî nivîsandibû: “Taha” Qehremanê neteweyî karê kolberiyê dike, girîng nîne rêzdar!”

Taha Xefarî, xwediyê zêdeyî 20 xelatên navxwe a welat, Rojhilata Navîn, rikeberiyên navneteweyî û cihgirê qehremaniyê yê rikeberiyên “helatina li sehrayê” li Rojhilata Navîn li “Japan”ê ye.

Kolber navê yek ji tex û çînên zehmetkêş yên Kurdistanê di Îranê de ye, ku di deverên sînorî de mijûlî karê kolberiyê ne.

Ev tex û çîna zehmetkêş bi sedema dijwariyên jiyan û destengiyê û bi neçarî, bo dabînkirina dahata jiyana malbata xwe, karê metirsîdar yê kolberiyê di deverên sînorî yên Kurdistanê de encam didin.

Kolber destengtirîn û hejartirîn çîn û texa di Kurdistanê de ne.