Nexede; Seidî Îranî piştî temamkirina lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin

00:16 - 28 Şibat 2026

Roja Pêncşemî, 7ê Reşemeha 1404an a Rojî, Seidî naskirî bi (Mihemed riza) Îranî, welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî 40 rojan lêpirsînê ji Navenda îdareya Îtlaatê ya Urmiyê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin.
 
Seidî Îranî, di sibeha 18ê Befranbara 1404an a Rojî de, dema ku hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî êrîşî mala wî kirin û ev binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo  îdareya Îtlaatê ya Urmiyê veguhastbûn.
 
Divê bê zanîn ku ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe bêpar maye.