Pîranşar; Bincavkirina bereday a Osman Bayezîdî û nebûna agahî li ser çarenivîsa wî

17:52 - 10 Adar 2026

19 ê Reşemeha 1404an s Rojî Welatiyekî Kurd ê bi navê "Osman Bayezîdî" xelkê gundê "Bandara" yê ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate bincavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re, raghiandiye di derdora demjimêr 3ê sibê ya roja Înê 15 Reşemeha 1404an a Rojî de, hêzên ewlehiyê ev welatiyê bê belgeya dadwerî ev bin cavkirin.

Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Hewldanên malbata Bayezîdî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam man.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba bincavkirin û tohmetên li dijî Osman Bayezîdî tune ne.