Girtîgeha Sine; Efşîn Hisên Penahî, çalakvanekî sivîl, bi danîna barimteyê demkî serbest hat berdan
00:17 - 28 Şibat 2026
Roja Sêşemî, 5ê Reşemeha 1404an a Rojî, Efşîn Hisên Penahî, çalakvanekî sivîl û girtiyê siyasî yê berê, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Navendî ya Sine bi awayeke demkî serbest hat berdan.
Ev çalakvanê sivîl roja Sêşemî, 21ê Rêbendana 1404an a Rojî, bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî temamkirina pêvajoya lêpirsînê bo girtîgeha Sine hatibû veguhastin.
Hisên Penahî xwedî derbasiya binçavkirin û cezayê girtîgehê ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê li derheq sebea binçavkirin û tohmetên li dijî vî girtiyê siyasî yê berê de tu agahîyên rast tune ne.