Xelkê Kirmaşanê Daxwaza Weşana Bernameyan Bi Zimanê Kurdî Dikin

12:27 - 1 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Serbarê ewê ku Parêzgeha Kirmaşanê çendîn sal e ku xwediyê kanala taybet bi xwe ye, lê heta niha girîngiyek wusa nedaye ziman û kultûra Kurdên mezintirîn parêzgeha Kurdakincî li Kirmaşanê. Lewra xelkê Kirmaşanê û nemaze xwendewarên vê parêzgehê daxwaza belavkirina bername bi zimanê Kurdî di kanala Zagros ya taybet bi vê parêzgehê kirine.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Kirmaşanê çendîn diyalektên weke kelhurî, goran, soran, lekî û hewramê hene, lê heta niha jî akinciyên parêzgehê ji bûna bernameyan bi zimanê Kurdî bêpar in û ger were belav kirin jî bi armanca cêxistina zimanê peyvîn Farsî ye li nav zimanê Kurdî de.

Berpirsên vê televiziyonê, buxtan û bêhurmetiyan dikin derheq kesên ku daxwaza zindî ragirtina dîrok û kultûra Kurdî dikin û eva jî bûye sedem ku zimanê Kurdî di vê kanalê de ber bi kizî bimeşe. Eva jî bûye sedema nerazîbûna xelkê.