Xelkê gundê “Şînawê”bo hilkirina Agirê Newrozê li nêzîk Xwendingeha Şewitî,rêgirî ji wan tê kirin

13:57 - 15 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li demekê de ku xelkê gundê “Şînawê”a ser bi bajarê Pîranşehrê xwe jibo hilkirina agirê Newrozê li nêzîk Xwendingeha Şewitî a gund amade kiribûn,hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li ser rêveçûna vê rêûresmê hereşe û gefan ji xelkê gund dikin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, roja pêncşemiyê 14’ê Adara 2013’an çend kes ji welatiyên gundê “Şînawê” jibo Îdareya Îttlat a bajarê Pîranşehrê hatine gazî kirin û bi wan hatiye ragehandin ku nabe bi çi awayekê jibo birêvebirina cêjna Newrozê kom bibin.

Her wiha roja Çarşemiyê berwar 13’ê Adarê hejimarek ji ciwan û kesayetiyên gundê “Bêkos, Celdiyan û Badînava jibo Îdareya Îttlat hatine gazî kirin û gef ji wan hatiye xwarin û wajo û pencemor ji wan hatiye sitandin ku xwe ji birêvebirna cêjna Newrozê biparêzin.

Çend welatiyên herêma Pîranşehrê bi “Ajansa Kurdpa” ragehandin: Dewletê hemû hêza xwe xistiye kar ku pêşgiriyê ji birêveçûna cejna Newrozê bigirin.