Xelkê bajarê Merîwanê bi agirberdana şaredariyê nerazîbûna xwe nîşan dan

16:42 - 20 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyên bajarê Merîwanê, bi sedema paqijnekirina kirsên vî bajarî ji aliyê şaredariyê ve, û bi nîşaneya nerazîbûnê agir berdane şaredariya vî bajarî.

Şeva derbazbûyî, 29`ê Gelawêjê, hevwelatiyên bajarê Merîwanê kirs û paşmayiyên malên xwe, li pêşberî avahiya şaredariya vî bajarî kom kirin û agir berdanê.

Nerazîbûnên hevwelatiyên bajarê Merîwanê, ji wir ve çavkanî digre ku, ji ber komnekirina kirsê ji aliyê şaredariyê di nav bajêr de, bû sedem ku xelkê vî bajarî nerazîbûna xwe nîşan bide.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Ev nêzîk bi 35 salan e ku şaredariya Merîwanê kirs û paşmayiyên vî bajêrî li cihê bi navê “Esraw” kom dike, û niha xelkê vî gundî jî îzna komkirina kirs li nêzîk gundê xwe nedane, û niha ev heyama 10 rojan e ku şaredariyê kirs û paşmayiya xwarinê di nav bajêr de kom nekirine.

Ev çavkaniya dibêje: Komnekirina kirs û paşmayiya xwarinê di nav bajar de, nava bajarê Merîwanê pîs û bêserûber kiriye, û eva jî bûye sedema nîşandan nerazîbûn û kerbvebûna xelkê vî bajarî, û evan jî kirs û paşmayiyên malên xwe pêşberî avahiya şaredariyê kom kirine, û agir berdanê.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, serbarê dana soz û qewlan ji aliyê fermandar û şaredarê vî bajarî ji xelkê re, bo komkirina kirs û paşmayiyên xwarinê, xelkê nerazîbûna xwe nîşan dane, û guh nedane soz û qewlên berpirsên hikûmetê.

Hevwelatiyên bajarê Merîwanê, bi tawanbarkirina şêvr û şaredarê berê, û yê niha, daxwaza dev ji kar berdana van kirine.