Xelata “Václav Havel” bi Nadiye Murad hate dayîn

20:35 - 11 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Şêvra Ewropa, xelata mafê mirovan ya “Václav Havel” da Nadiye Murad, keça Kurd a Êzidî û balyoza niyazpakiya NY.

Roja Duşemiyê 10’ê Octoberê, Şêvra Ewropa di civînekê de li Strasborgê, xelata mafê mirovan ya “Václav Havel” bo sala 2016’an pêşkêşî Nadiya Murad kir.

Roja 26’ê Xermananê NY di rêûresmekê de Nadiya Murad wekî balyoza niyazpakiyê bo karûbarê parastina kerameta bi cih mayî ya qaçaxa mirov hilbijard.

Balyoza niyetpakiya NY kesek e ku bi bikaranîna navbang û pileya xwe, alîkariyên mirovdostane digel programên NY dike.

Xelata mafê mirovan ya “Václav Havel” bi navê nivîskar û çalakên mafê hemwelatîbûnê, di Komara Çik û serkomarê wê demê ê wî welatî, wate “Václav Havel” hatiye tomarkirin.