Xelata mafê mirvon a Zanîngeha Torêntoyê pêşkêşî Kebûdwend hate kirin

21:26 - 28 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hevjîna Mihemed Sidîq Kebûdwend berpirsê Saziya Berevaniya Mafê Mirovan a Kurdistanê, bi nûnerayetiya navbirî, xelata nawendeke mafê mirovan wergirit.

Li gor nûçeyên ku giheştine Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îsal Zanîngeha bajarê Torênto a ser bi welatê Kanadayê, rêz ji Mihemed Sedîq Kebûdwend rojnamevanê naskirî yê Kurd girt, ku bi sala ye di warê mafê mirovan de xebatê dike.

Xelata “Îchr” a Zanîngeha Torênto ku ji aliyê sê xwendekaran ve hatibû diyarîkirin, tê de çend çalakvanên sivîl yên Kurdistanê bi nûneryetiya berpirsê Saziya Mafê Mirovan a Kurdistanê û Xatûn Perînaz Hesenî beşdar bibûn.

Îclal Qewamî di dirêjehiya axavtina xwe de hevdilî û alîkariya xelkê di vê pêwendiyê de digel malbata Kebûdwend bilind nirxand.

Rapora ku gihaye nûçegihaniya Kurdpa, bas ji vê dike ku Tûran Kebûdwend, xûşka Kebûdwend, spasiya xelkê kir ku Sidîq ji bîr nekirine.