Xelata Hunerî Ya Mamlê Bo Sala 2011-An, Bi Ebas Kemendî Tê Bexşîn

12:46 - 18 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Navenda Hunerî ya Mihemdê Mamlê, weke dab û edetên salane, xelata salane pêşkeşî hunermendan dike û îsal jî ev xelat pêşkeşî hunermend Ebas Kemendî, kurdê bjarê Sine û hunermendê naskirî bi heft huner, hat kirin.

Navenda hunerî ya Mamlê di daxuyaniyekê de ku hebek wê gihîştiye destê Ajansa Kurdpa dibêje: \"Ji ber ku Ehemd Kemendî heyamek pir dirêj e xizmet bi huner û kultûra netewa me dike, Komîteya hilbijartin ya Melbendê, xelata Mamlê ya sala 2011-an pêşkeşî wî dike.\"

Ebas kemendî sala 1953-an, li bajrê Sine li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe û heyamê 34 salan li deng û rengê bajarê Sine de kar dike û dengek pir zelal û dilgîr heye. Navbirî herwiha helbestvan e jî û çendîn helbestên wî hene.