Xelata baştirîn derhînerê festîval “Bîg Bing” ya Yûnanê bi derhînerekî Kurd hate dan

15:29 - 14 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Xelata baştirîn derhînerê festîval “Bîg Bing” ya Yûnanê bi derhînerê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê hate dan.

Li gora nûçeya gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, “Perwîz Rostemî” derhînerê Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, xelata baştirîn derhînerê festîvala “Bîg Bing” ya Yûnanê ji ber çêkirina filma “Metersegha hem mîmîrend” wergirt.

\"\"
Perwîz Rostemî
Di vê festîvalê de, 40 kurte fîlm digel yektir rikeberî dikirin, ku di encama vê rikeberiyê de 11 kurte fîlm hatne hilbijartin.

Kurte fîlma “Metersegha hem mîmîrend” di 70 sînemayên welatê Yûnanê de wê bê weşandin, û dahata wê jî wê ji kesên ku ev kurte fîlm çêkirine, bê dan.

Rostemî derheqê vê fîlmê de, ji medyayan re gotiye ku: “Senaryoya vê fîlmê li ser mijareke rast hatiye çêkirin ku, di şahiyekê de ji ber bombebaranê bûk û zava jiyana xwe ji dest didin, û ew merasima davetê bi vê bûyera giran û dilêş û bîreweriya tall ji bo bav û dayîkên bûk û zava diguhere”.