Xebatkarik siyasiyê Kurd ji xelkê Bokan, çon bi derê jê hate qedexe kirin

12:22 - 2 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: xebatkarik siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Bokan, bi biryara wezareta ewlehiyê, derfeta çon bi derî welatê Îranê pê nedan.

Gorekî raporta ajanasa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina serekaniyik agadarm Riza Şerîfî, xebatkarê siyasiyê Kurd ku 3 heyvan pêş niha de ji girtîgehê hatibû berdan, paşî hindê ku li rojên borî de, serdana dezgeha pasportê kiribû, pê re ragihandibûn ku mafê çon bi derê welat çinine.

\"17121.jpg\"
Ew serekanî basa hindê jî kir ku Riza Şerîfî Bokanî, pênexweşiya xwe şanî daye û li vê barê de nameyik bi Hesen Rohanî, serkomarê dewleta islamiya Îranê şandiye
Serekanî ew jî got, ev xebatkarê siyasî, bi amanca wergirtina pasport, serdana gezgeha guzername(paspoert)ê kiribû, lê dezgeha navbirî bi biryara wezareta ewlehiyê ji dana pasport bi vî xebatkarê siyasiyê Kurd xwe ragozîne.

Ew serekanî basa hindê jî kir ku Riza Şerîfî Bokanî, pênexweşiya xwe şanî daye û li vê barê de nameyik bi Hesen Rohanî, serkomarê dewleta islamiya Îranê şandiye.

Riza Şreîfî Bokanî, xebatkarê siyasiyê Kurd, li kutayiya Rezbera îsal de bangî şaxa icrayê ehkam(cîbicî kirina hukman)a şarê Bokanê hatibû kirin û pê re ragihandibûn li rewşa dom lirina ser xebatên siyasî, dosya pêşîna vî dikeve rojev û dadgehî kirinê.

Riza Şerîfî Bokanî, paşî 3 sal girtin, li incam de li roja 22ê heyva Gelawêja îsal de ji girtîgeha Recayî Şehra Kerc, hate berdan.