Xebatkarik Kurd paşî hindê ku xwesta penaberiya wî ret kirin, bizmal kutane çokê xwede

13:20 - 25 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: xebatkarik siyasiyê Kurd, ji xelkêşarê Merîwan û rûniştiyê welatê Swêd, paşî hindê ku bo carik din, xwesta penaberiya wî hate ret kirinê, 2 bizmal li çokê xwede kutan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniay Kurdpa; Elî Daniş, ku ji aliyê dezgehên êminiyên hukûmeta islamiya Îranê bi alikarî kirin tev dezgeha zanyariya welatê Israîl(Musad) hatiye tometbar kirin, bo cara 4ê, xwesta penaberiya vî, ji aliyê welatê Swêdê de hate ret kirinê.

Elî Daniş, li hevpeyvînik telefonî de, bi ajansa kurdpa ragihand; li midê rojên borî de, dezgeha penaberên swêd(Invandrarvarket), bo cara 4ê, xwesta penaberiya min ret kiriye, ber hindê min biryar da, heya mafê penaberiyê nedin min, wan 2 bizmalan ji çokê xwe, dernaxînim.

\"20134.jpg\"
Elî Daniş, ji aliyê dezgeha şminiya hukûmeta islamiya Îranê de, bi alîkarî kirin tev Musadtê tometbar kirin
Ev xebatkarê kurd ew jî got: niha 3 roje min girêv(Man)a birsî bûnê girtiye û heya wê demê wek penaber neyên wergirtin, dest ji girêvê bernadim û daxwaz ji deshilatdarên welatê Swêd dikim ku xwesta min cîbicî bikin.

Navbirî ew jî got: Reneyiya vê heye ku polîsê Swêd, min depertîÎranê bike, ku bi dilniyayî, li dema radest kirina min bi welatêÎranê, tûşî metirsiya can bibim.

Pêşde jî li 13ê Xezelwera sala 1392a rojî de, Kejal Hojebirî, jina Elî Daniş, tev Hiwa Hojebirî, mamê Kejalê, girêdayî bi dosaya Elî Daniş de, hatin girtin û ketin ber jêpirsînan û tûşîîşkenca ajanên dezgehên êminiya hukûmeta islamiya Îranê bibûn.