Xebatkarik çandî yê ji şarê Seqqiz bo borandina hukmê hewsê, raguhastiyê girtîgehê kirin

12:12 - 18 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: yekik ji xebatkarên çandiyê Kurd ji xelkê şarê Seqqiz, bo borandina midê 7 heyvan hewsa teizîrî, raguhastiyê girtîgeha sêntrala vî şarî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, xebatkarik çandiyê Kurd ji xelkê şarê Seqqiz û xwedî yekik ji kitêbxanên vî şarî bi navê “ Solêyman Mehmûdî” ku pêştir bi 7 heyvan hewsa teizîrî hatibû mehkûm kirinê, roja Şemî, 25ê Xezelwer, xwe bi pişka cîbicî kirina hukmên dadgeha şarê Seqqiz da nasîn.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, Solêyman Mehmûdî, 35 salî ji xelkê Seqqiz, li despêka havîna îsal ji aliyê hêzên ewlehiyê hate girtin û bi tawana alîkarî tev yekik ji partên Kurdî, bi 7 heyvan hewsa teizîrî, hate mehkûm kirin.

Ew serekanî jî got, ev xebatkarê çandî yê Kurd ku ji aliyê şaxa 1a dadgeha inqilaba şarê Seqizê ev hukma jêre birîn, bo midê 26 rojan li dezgeha ewlehiya vî şarî de li hewsê de bûye û paşî bi danîna barmitê bi forma demî ji girtîgehe berdabûn.