Xebatkarên Kurd li Îlam: pêşgirî ji cinayetên DIÊŞ li Kobanî bigirin

16:26 - 3 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: xebatkarên şaristanetî li parêzgeha Îlam de, li belavokik de, piştgirî ji welatiyên Kurd yên Kurdistana Sûriyêû bi taybet ji xelkên li Kobanî kirine.

Bi dû hêrişa dujwara gurûpa radîkal-çekdarê DIÊŞ, ser welatiyên Kurd li bakûr û bakûrê rojhilata Sûriyêû dorpêç kirina şarê Kobanî(Eynol Ereb), xebatkarên şaristanetî li parêzgeha Îlam, hewlên DIÊŞ bi dijî welatiyên Kurd, şermezar kirin.

Zêdetir ji 70 kes ji xebatkarên şaristanetî, bi belavokik, xêncîşermezar kirina cinayetên DIÊŞ li Kobanî, daxwaz ji civaka naw-netewî, bi taybet rêxirava UN kirine, bi hewlik biwêrane(bi curet)de pêşgirî ji kirarên DIÊŞ, bigirin.

Pêştir jî, xebatkarên çandîûşaristanetiya Kurd li parêzgeha Kirmanşan, bi belavokik, piştgiriya xwe ji Netewa Kurd li Sûriyêû Kobanîşanî kiribûn.
Li pişkik ji belavoka xebatkarên şaristanetî li parêzgeha Îlam de, hatiye; li sedem bêdengîû xemsariya senterên naw-dewletî de, li kantona Kobanîçemê xwînê diherike û cê mixabinî ya vê pêşhatiyê ewe ku ber çavên giştîû midyayan, ew cinayet tên kirin.

Wan xebatkaran, daxwaz ji UN kiriye ku bi her rewşik ku bikarin, kutayî bi vîşerî bînin.

Li vê barê de jî, RMMK(rêxirava mafê mirovê Kurdistan) bi hindê ku li belavokik de piştgirî ji xelkê Kobanî kiriye, daxwaz jî ji partîû rêxiravên siyasiyên Herêma Kurdistanê kiribû ku, bergirî ji welatiyên Kurdên Sûriyê bikin.