Xebatkarên jînge parêz û wekirina foarik ya civan nivîsiyê li şarên Mihabad û Merîwan + Wêne

12:29 - 16 Adar 2014
Ajansa Kurdpa: hejmarik berçav ji hogirên natûr, li hewlik hevhatî de, şarê Mihabadê paqij kirin û hevdem foarik ji berhemên civan nivîsiyê ji li şarê Mihabad û Merîwanê wekirin.

Gorekî raporata ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja înî, 23ê Reşemê( 14 March 2014), şarê Mihanadê ji zibil û bermayan, bi duruşma” parastina jîngeh, parastina jiyane “, ji aliyê hejmarik ji welatiyên hogirê natûr, paqij kirin.

Ev hewla hogirên natûr li şarê Mihabad, bo ser zêzîk bûna sersala û li axirîn Înî ya salê de hate kirin.

Ji aliyik din de, rêresma wekirina foara civan nivîsiyê bi navê Bêhna Baran, bi sergêriya Azad Mehmûdî bi rê ço.

Li vê foarê de berhemên civan nivîsên mîna: Elî Ebdalî, Sara Aqayî, Hesen Qerenî, Cemal Ebdullahî, Dilşad Uslûb, Sara Fexrî Rad, Ismaîl Izzet Xwah, Yûsif Behramî, Tahir Derwîş Zadê, Şebnem Ebdullahî, Rehman Bêygîpûr û Seîd Gulabî Azer, xistin ber çavên hogirên hunera civan nivîsiyê.

Foara civan nivîsiya Bêhna Baran, li 19ê Reşemê( 10 March 2014) de despêkiriye û heta 25ê Reşemê( 16 March) li nigarxana salona Wehdet li şarê Mihabadê yê bidome.

Her wisa li vê barê de li şarê Merîwanê jî foara civan nivîsiya artîst Kurûş Moradî, bi rê ço ku midê 5 rojan donîmî û pitir ji 20 berhemên civan nivîsiyê hatibû pê.

Foara civan nivîsiya hunermend Kurûş Moradî, bi alîkariya zanîngeha Peyam ê Nûra Merîwanê hatibû pê û ev artîstê Kurd li zanista Edebiyata zimanê Ingilîsîde li wê Zanîngehê de ser rewşa xwendinê ye û ji sala 1380 de karê civan nivîsiyê despêkiriye.
\"18797.jpg\"

\"18798.jpg\"

\"18799.jpg\"

\"18800.jpg\"

\"18801.jpg\"

\"18802.jpg\"

\"18803.jpg\"

\"18804.jpg\"

\"18805.jpg\"