Xebata parastina jîngeh li Îlam bi rê ço

13:43 - 3 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li doma xebatên parêzerên jîngeh li herêmên Kurdistaniyên Îranê, hejmarik ji parêzerên jînge ji Îlam jî xebatik bo parastina jîngeh bi rê birin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Înî, 8ê Sermawez, hejmarik berçav ji welatiyên Kurd ji xelkê Îlam ku ji gelemper çînên cida-cidayên xelkê vî şarî hatibû pê, pitir ji 1000 tovên Berû li sirûşt û jînga dorûbera şarê Îlamê çandin.

Tê gotin ku li vê xebatê te ku nêzî 100 welatiyên vî şarî hev hatibûn, tîma Çiyager(Şaxewan)a “ Cemşîd” û her wisa komelik ji zarok amadeyê xebatê bibûn.

Pêşde jî li rojên borî de xebatkarên parêzerê jîngeha şarê Abdanan li parêzgeha Îlam li xebatên hevrewş de bi 100an tovên Berû li sirûşt û jîngeha Îlamê de çandibûn.

Li midê îsal de çendîn xebatên hevrewş li şarên Sine, Civanro û Abdananê de ji aliyê parêzerên jîngeh yên Kurd de bi rê çonne ku ew xebatane bi berevird tev salên pêş de zor berçavtir bûye.

Li salên borî de xebatên parastina jîngeh wek paqij kirina sirûşt û jîngeh û şêne çandin bi tinê ji aliyê parêzerên jîngeh de bi rê çoye, senterên hukûmiyên Îranê çi rolik li wejîna sirûşta herêmên Kurdistaniyên Îranê de çinebûne û bi bawira pitira xebatkarên parastina jîngeh de sipaha pasdaran bi formik sistematîk û pilan dariştin bo hewla şevitandin û ji naw birina jîngeha herêmên Kurdistaniyên Îranê dide.
\"17164.jpg\"

\"17143.jpg\"

\"17141.jpg\"

\"17144.jpg\"

\"17161.jpg\"

\"17163.jpg\"

\"17162.jpg\"

\"17145.jpg\"

\"17148.jpg\"

\"17147.jpg\"

\"17146.jpg\"