Xebata jîngeh parastin ji sirûşta şarê Civanro bi rê ço

12:06 - 28 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: bi pişkariya hejmarik ji xebatkarên çandî û artîstên şarê Civanro, xebitînik zingeh parêzî li ji çiyayê Halan bi rê ço.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, paşnivroya roja Sêşem, 5ê Xezelwer, endamên civîna şarewanî û helbestwanan û artîstîn şarê Civanro xebatik binav kirî bi “ Parastina jîngeh, erk û exlaqe” bi çandina darên Berû li sirûşt û jîngeha çiyayên Maprîsa Halanê û dorû ber bi rê birin.

Li vê xebatê de komik helbestwan, artîst û her wisa endamên şoraya şar û xebatkarên şaristanetî û çendîn xwendewanê şarê Civanro pişkdar bibûn ku bi gotina yekik ji xebatkarên pişkdarê vê xebatê, bi 100an toyê dara Berû ji aliyê wan çalakanede hatin çandinê.

Ew xebatkarane bi duruşma” her darik ku ji welatê me bê şevitandin, bi 1000an daran em yê biçînin”, de pişkdarî li vêxebata parastina jîngeh de kirine.

Pêştir jî li rojên 19 û 21ê Xezelwerê de hejmarik ji welatiyên Şarê Sinê li bizavik hevhatî de mixdarik berçav ji toyê gilûgiya li çiyayê Aviyer de reşandim.

Karnasên parastina Jingeh ew awir hene ku li mideyê salên borî de şêne şandin û berçav girtina ekosîstem ji aliyê hukûmetê de li kêmtirin astê de bûye û ev jî bûye sedema Sûn(Siwan,Fersayiş)a xakê li welatê Îranê de bi asta here bilinda xwe bigîje û niha welatê Îranê li asta yekima sûna xakê de deye.
\"17074.jpg\"

\"17070.jpg\"

\"17077.jpg\"

\"17073.jpg\"

\"17071.jpg\"

\"17080.jpg\"

\"17079.jpg\"

\"17078.jpg\"

\"17072.jpg\"

\"17076.jpg\"