Xebat Mengurî hat azad kirin

13:31 - 20 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanê jîngehparêz ê Kurd li Mehabada rojhilatê Kurdistanê ku 2 meh bû ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatibû binçav kirin, bê tawan hat nas kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Xebat Mengurî ku beriya niha bi 2 mehan bi tometa (sivikatî kirin bi Navenda Deng û Rengê Mehabadê) li ser bêrêzî kirin bi hunermend Hesen Zîrek hatibû girtin, duh bervar 19 ‘ê çileya paşîn (january) a 2015’an hat berdan.

Xabat Mengurî ku wek berpirsê Encûmena jîngehparêzî li Mehabada rojhilatê kurdistanê erka xwe bi rê ve dibe, ji tometa têkdana rewşa ewlekariya neteweyî a Îranê hat beraet kirin.

\"24275.jpg\"
Xebat Mengurî- Berpirsê Encûmena jîngehparêzî a bajarê Mehabadê
Ew çalakvanê Kurd ê bajarê Mehabadê, pêştir bi sedema pişikdarî kirin ji xwe pêşandana destek kirina berxwedana Kobanê li rojavayê Kurdistanê, bi midetê 24 demjimêran hatibû binçav kirin.

Navenda Deng û Rengê Mehabadê beriya niha bi çend mehan, pirsname (lapirsî) yek li ser deng xweşiya Hesen Zîrek û du stranbêjên pop ên Faris, li Navenda Deng û Rengê Mehabadê belav kiribû ku nerazî bûna hunermendên Kurd liser bêrêzî kirin bi çanda Kurdî bi pey xwe hiştibû û hikûmeta Îranê jî bertek nîşan dabû.