Xebarkarê mafê mirovê Kurd 6 heyv hews jêre erênî kirin

20:31 - 10 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: xebatkarik mafê mirovê Kurd ji xelkêşarê Mihabad, li girtîgeha Tewrêzê de bi nîşandeka protesto kirina hukmê dadgeha inqilaba şarê Tewrêz, man ji xwarinê girt.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Awat Şêxul islamî, xebatkarê mafê mirovê Kurd, ku li roja 17ê Banemer de bo mideyik nekivş man ji xwarinê( girêva birsîbûnê) girt.

Ev xebatkarê mafê mirov, roja Çarşema heftiya borî de li 17ê Banemer de hukmê 6 heyv hewsa teizîrî jêre erênî kirine û niha li benda 4a girtîgeha sêntrala şarê Tewrêzê de, midê hukmê xwe derbas dike.

Awat, roja 2ê Banemer de ji aliyêşaxa 3a dadgeha inqilaba şarê Tewrêzê de bi 1 sal hewsa teizîrî, hatibû mehkûm kirinê, bo derbas kirina midê hukmê vî, bi girtîgeha sêntrala şarê Tewrêzê hatibû raguhastin.

Ev xebatkarê kurdê ji xelkêşarê Mihabad ku li şarê Tewrêzê de dukana fotografiyê heye, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de bi “ propaganda dij bi rijîm bi rewşa alikarî kirin tev girtiyên siyasî yên partên opozîsioyna hukûmeta islamiya Îran” hatibû tawanbar kirin.

Awat Şêxul islamî, banemera sala 1392a rojî de, hêzên ewlejiyê li şarê Tewrêzê de girtin û midê 4 rojan ber jêpirsînan de bû ku paşî bi danîna barmita 30,000,000 tûmen hatibû berdan.