Wizareta ewlehiyê 2 lawên Kurd li Mihabadê de girtin

14:19 - 3 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: 2 welatiyên Kurd, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya îranê de hatin girtin.

Gorekî raporata ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Înî, 9ê Cozerdan, hêzên ewlehiyê, li şarê Mihanad de 2 welatiyên Kurd bi anvên Aram Mihemed Xan kurê Mihemed Xan û Seyîd Elî Mostefa Eqdem kurê Seyîd rehman, girtin.

Raportêrê Kurdpa li şarê Mihabad de, xêncî pişrast kirina vê nûçê, ragihand; ev 2 lawên Kurd, temenê van 24 û 25 salîne, ku li bazara Tanakûraya şarê Mihabad de girtine û bi ciyik nekivş, raguhastine.

\"20305.jpg\"
Bazar(Bajar)a Tanakûra li şarê Miyhabad
Gorekî raportê; hêzên ewlehiyê li dema girtina van 2 lawên Kurd de, hewla girtina Hisên Pûr Mistefa, birayê Seyîd Elî dane, lê nekarîne wî bigirin.

Heya wweşana vê nûçê, çi zanînik ser hegera girtin û cê xwedî kirina van 2 lawên Kurd, çinine.

Li midêçend heftiyên borî de, mencik berpan ji girtina welatiyên Kurd li şarê Mihabad û dewrûberê de despê kiriye.

Roja 27ê Banemer, wizareta ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê bi weşana belavokik, bas ji nasîn û girtina çend kesan kiribû, ku bi gotina bi xweyan, dest li teqandina 31ê Xermanana sala 1389ê li Mihadadê de hebûne, gotinik ku, pitira xebatkarên siyasîû partiyên Kurdan, bi sinaryoya wizareta Ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê tînin hisêb.