Wilatiyek xelkê Merîwanê heyamê çend rojane winada bûye

12:36 - 25 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê heyamê çend rojane winda bûye û ji çarenivîsa vî çi zaniyariyek li besrdest de nine.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, wilatiyek Kurd ê bi nave “Bihaedîn Riwangerd”temen 25 salî û xelkê bajarê Merîwanê,heyamê nêzîk bi heftiyekê beriya niha winda bûye û serbarî geryan û lêpirsîna malbata vî, çi zaniyariyek li ser rewş û çarenivîsa wî li berdest de nine.

Kesên nêzîk ji malbata vî li ser wê baweriyêne ku “Behaedîn Rewangerd”ji aliyê hêzên ewlekariya Komara Îslamiya Îranê hatiye girtin.

Ji aliyek din “Madih Nezerî”rojnamevanê xelkê bajarê Sinê heyamê pitir ji 10 rojane ku hatiye girtin û xêzana wî ragehandiye, gomana wê yekê tê kirin ku Madih ji aliyê Îdareya Îttlata dewleta Îranê hatibe girtin. Madih Nezerî heyamê 25 rojan beriya niha jialiyê hêzên Îttlatî ên bajarê Sinê piştî pêywendiyek Telefonî gazî Îdareya Îttlat hatibû kirin û gef jê hatibû xwarin.